Îsraîl bombeyan li Lubnanê dibarîne, ji Îranê hişyariya ‘xeta sor’

Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf got, di hevdîtinên ku siberojê bi DYE’yê re bên kirin de Tehran wê ji ‘xetên sor’ tawîz nede.

Yek ji siyasetmedarên payebilind ê Îranê û serkêşê ekîba muzakereyê, Muhammed Bakir Galîbaf ragihand ku di muzakereyên muhtemel ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bên meşandin de, Îran wê ji pîvanên xwe yên esas tawîz nede.

Galîbaf ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re axivî û got, “Mîna muzakereyên berê, em ê hîn jî girêdayî şert û mercên hatine diyarkirin û xetên sor bimînin û berjewendiyên gelê Îranê biparêzin.”

Galîbaf diyar kir ku Washington eger pir zêde daxwazan bike, Îran amade ye ku bi rengekî tund bersiv bide.

JI ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞÊN DIJWAR

Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku di saetên dawî de li seranserî Lubnanê zêdeyî 80 êrîşên hewayî pêk anî û ‘bi dehan endamên Hîzbûllahê bêbandor kirine’.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê êrîş bi taybetî li herêmên Nebatiye û Bekaa zêde bûn. Di daxuyaniya artêşê de hate destnîşankirin ku li du navendên fermandariyê yên Hîzbûllahê hatine xistin û li ser cihên roketan, operasyon hatin lidarxistin.

Li başûrê Lubnanê jî êrîşên hewayî, yên bi topan û balafiran di tevahiya rojê de dom kirin. Cihên niştecihiyê yên mîna Arabsalim, Nabatiye el-Favka, Meyfadun û Kfar Cuz hatin hedefgirtin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di bombebaranên ku Îsraîlê bi şev û wextê şefeqê li ser başûrê Lubnanê pêk anî de, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

GEFÊN ‘DOJEH’ Û ‘ŞEWITANDINÊ’ LI LUBNANÊ HATIN XWARIN

Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û bang kir ku li dijî Lubnanê gavên leşkerî yên hîn tundtir bên avêtin.

Wezîrê rastgir ê tund got, “Divê deriyên dojehê bên vekirin.” Wezîr behsa mirina leşkerên Îsraîlê kir û xwest ku operasyonên leşkerî bên berfirehkirin.

Lîderê netewperest ê muxalefetê Avigdor Lieberman jî îdîa kir ku divê Lubnan berdêlên giran bide. Lieberman diyar kir ku banliyoyên başûrê Beyrûtê hîna vekirî ne û ev yek ji bo hikûmetê binketin e. Lieberman Serokwezîr Binyamin Netanyahû û Wezareta Parastinê rexne kir.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir jî piştî ragihandina mirina 4 leşkerên li Lubnanê, got, “Divê tevahî Lubnan bişewite.”